Encûmena Wezîran ji bo guftûgokirina çend babetan dicive
Yek ji wan babetan, pêşkêşkirina reportekê li ser rewşa pêkhateyaan û pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê û serdana Papa Fransîs e.
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî di civîna xwe ya asayî de çend babetan gotûbêj dike.
Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir, Encûmena Wezîran ji bo guftûgokirina sê babatan dicive.
Yek ji wan babetan: Pêşkêşkirina reportekê li ser rewşa pêkhateyaan û pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê, serdana Papa Francîs bo Herêma Kurdistanê, çalakî, giringîdana vê serdanê û encamên wê ji bo Herêmê.
Babeteke din jî: Pêşkêşkirina dawî reşnivîsa projeya peyrewa dana destûrên perwerdeyê li Herêma Kurdistanê ji bo dengdana dawî.