Li Herêma Kurdistanê 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên dawiyê yên Koronayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 335 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 335 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 158 kes li Hewlêrê, 72 kes li Silêmaniyê, 84 kes li Duhokê, 16 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.
Diyar kir jî, 3 kesan li Hewlêrê û kesekî jî Duhokê canê xwe ji dest dane. Herwiha û 111 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 111516 kes.
Mirin: 3546 kes.
Başbûn: 104884 kes.
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.