Parêzgarê Hewlêrê derbarê qedexeya çûnûhatina di Newrozê de biryar da
Parêzgarê Hewlêrê: Di rojên cejna Newrozê de, qedexeya çûnûhatinê nayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand, di rojên cejna Newrozê de, qedexeya çûnûhatinê nayê ragihandin.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji rojnamevanan re ragihand, di civîna Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê û civîna Odeya Operasyonan de, hejmarek pirs, eger û bijarde li ber destê wan bûn, lê behsa kerentîne û qedexeya çûnûhatinê nehatin kirin.
Omêd Xoşnaw diyar kir, boneyên Adarê û Newrozê pîroz in, lê tiştê girîng ew e ku kombûnên mezin çênebin û xelk pabendî rênimayên tendirustî û xweparastinê bin û xwe û jîngehê biparêzin.
Omêd Xoşnaw daxwaz ji welatiyan kir jî, biryarên Odeya Operasyonê yên taybet bi rêkarên xweparêziyê li ber çavan bigirin, ji bo xwe û malbatên xwe ji pandemiya Koronayê biparêzin.