Li Rojavayê Kurdistanê pêketina Koronayê zêde dibe
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 38 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 38 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 38 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 3 kes li Hesekê, 15 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 1 kes li Rimêlan, 6 kes li Reqa, 7 kes li Tebqa, 4 kes li Dêrezorê û 1 kes jî Minbicê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8755 kesan, ji wan 1253 kes baş bûne û 335 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.