Hevpeymaniya Navdewletî soza berdewamiya piştevaniyê dide Pêşmerge

Fermandarê Desteya Bilind a Şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ya li Iraq û Sûriyê Ryan Rideout serdana Wezareta Pêşmerge kir

Hewlêr (K24) – Fermandarê Desteya Bilind a Şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ya li Iraq û Sûriyê Ryan Rideout serdana Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê kir û ligel Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Cemal Êminkî civiya.

Di civînê de Fermandarê Desteya Bilind a Şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê soza berdewambûna hevkarî û piştevaniya xwe bo hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê da.

Li ser vê mijarê, Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto ragihand: “Di civînê de hemahengî û hevkariya navbera Pêşmerge û Hevpeymanan hat gotûbêjkirin.”