Li Rojavayê Kurdistanê 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 18 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 18 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 18 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 9 kes li Hesekê, 5 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 3 kes li Reqayê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û kesek jî ji vê nexweşiyê baş bûye.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8773 kesan, ji wan 1254 kes baş bûne û 337 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.