Bombeya PKKê, Pêşmergeyek şehîd kir

Li navçeya Sîdekan a ser bi Hewlêrê, ji ber bombeyeke vedayî ku ji aliyê endamên PKKê ve hatiye danîn, Pêşmergeyek şehîd bû û Pêşmergeyek jî birîndar bû.

Pêşmergeyê ku ji ber bombeya vedayî şehîd bû
Pêşmergeyê ku ji ber bombeya vedayî şehîd bû

Hewlêr (K24) – Li navçeya Sîdekan a ser bi Hewlêrê, ji ber bombeyeke vedayî ku ji aliyê endamên PKKê ve hatiye danîn, Pêşmergeyek şehîd bû û Pêşmergeyek jî birîndar bû.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, du Pêşmergeyên bi navên Mizefer Ferhad Hesen û Tariq Qadir, dema di wesayîta xwe de bûn, mayîneke vedayî bi wesayîtê de teqiya.

null