Serok Barzanî ligel tîma PDKê di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de civiya

Serok Mesûd Barzanî: Divê hemû hewldanên xwe li dora wê yekê bike ku desthilat bi awayekî rast ji bo xizmeta xelkê were bikaranîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û tîma Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir.

Di civînê de, destpêkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kurteyek derbarê kar û bernameya Hikûmetê û pêngavên proseya çaksaziyê yên di warê karta petrol û Pêşmerge û kartên cuda yên din û pêngavên ji bo zêdekirina dahata Hikûmetê û pêşkêşkirina xizmetkariyan ji welatiyan re pêşkêş kir. Herwiha tekezî li wê kir, kabîneya Hikûmeta Herêmê wek tîmeke hevaheng û xurt û bê cudahiya di navbera aliyên pêkhênerên Hikûmetê, karûbarên xwe bi rê ve dibe û hewl jî dide ji bo dabînkirina dahatê û xizmetkirina xelkê, pişta xwe bi karînên Herêmê bibeste.

Her di wê civînê de, Serok Barzanî gotinek pêşkêşî beşdarên civînê kir û behsa rewşa siyasî û pêşkeftinên li ser asta Kurdistan û Îraq û navçeyê û yekdengiya aliyên siyasî yên Herêmê kir û şîretên pêwîst jî pêşkêş kirin. Herwiha spasiya hewldan û mandîbûna tîma PDKê di nava Hikûmetê de kir û ragihand ku divê hûn hemû xwe weke xizmetkarên gelê Kurdistanê bizanin û divê di nava çînên civakê û xelkê hejar ê welat de bin û hemû hewldan li dora wê were kirin ku desthilat bi awayekî rast ji bo xizmeta xelkê were bikaranîn. Serok Barzanî diyar kir ku rêbaza Barzanî, rêbaza xizmetkirina xelkê ye û divê gelê Kurdistanê rûmeta xwe di Hikûmeta xwe de bibîne.

Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de piştgîriya xwe bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê dubara kir û daxwaz kir ku hikûmet bi pêdagirî û bi hêz li ser proseya çaksaziyê berdewam be û amadehiya xwe jî ragihand ku ji bo serxistina proseya çaksaziyê, tiştên pêwîst be, ew alîkarê hikûmeta Herêmê dibe.