Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye yekem neqîbê xwe bi bîr tîne
Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye di 6emîn salvegera koçkirina yekem Neqîbê wê sendîkayê Ciwan Mîranî, daxuyaniyek belav kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye di 6emîn salvegera koçkirina yekem Neqîbê wê sendîkayê Ciwan Mîranî, daxuyaniyek belav kir.
Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye ragihand, Ciwan Mîranî xebatkarekî dilsoz ê gelê xwe bû û hemû erkên pê hatine spartin bi dilsozî bicih dianîn. Wî jiyana xwe wek Pêşmerge dest pê kir û dema di lûtkeya karê rojnamegeriyê de koça dawiyê kir.
Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye di beşeke din a daxuyaniya xwe de diyar kir, ew hewl didin guftûgoyên zêdetir bi deste û yekîtiyên rojnamevanan li Rojavayê Kurdistanê re bikin, ji bo ku rola rojnamevanan geştir bikin û rojnamevan karên xwe bi awayekî baştir weke desthilateke rasteqîne bikin û ew kar cihê û rêz û şanaziyê bin.
Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye aşkere kir, piştî ku sala borî ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê xelata Ciwan Mîranî ya Rojnamegeriyê nehat dayîn, dê îsal wê xelatê bi ahengekê di Roja Rojnamegeriya Kurdî de rabigihînin.
Ciwan Mîranî, sala 1971ê li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûbû û piştî Raperîna 1991an derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Ciwan Mîran 13ê Adara 2015an ji ber krîza dil koça dawiyê kiribû.