Tevgera Gorranê: Divê bi hev re Herêma Kurdistanê biparzin

Tevgera Gorranê ji hemû aliyên siyasî dixwaze, bi hev re statuya Herêma Kurdistanê biparêzin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgera Gorranê ji hemû aliyên siyasî dixwaze, bi hev re statuya Herêma Kurdistanê biparêzin.

Rêkxerê Giştî yê Tevgera Gorranê Omer Seyid Elî daxwaz ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir, deriyekî ji bo diyalogê vekirin û bi hev re ligel aliyên siyasî yên din ên Herêma Kurdistanê bicivin û bi hev re statuya Herêma Kurdistanê biparêzin.

Omer Seyid Elî di civînekê de ligel alîgirên partiyê xwe li bajarê Silêmaniyê got jî: “Pêwîst e hemû alî bi hev re çareseriyê ji bo pirsên netewî û niştimanî bibînin û bi hev re û li gor destûra Iraqê berevaniyê lê bikin.

Fly Erbil Advertisment