“Polîsa Brîtanyayê li dijî Esma Esed dest bi lêpirsînê kirin”
Polîsa Londonê lêpirsînek derbarê Xanima Yekem a Sûriyê Esma Esed de vekiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya Sunday Times ragihand ku Polîsa Londonê lêpirsînek derbarê Xanima Yekem a Sûriyê Esma Esed de vekiriye û tê gotin wê di şerê li welatê xwe de handana “kiryarên terorîstî" kiriye.
Rojnameya Sunday Times îro di raportekê de diyar kir, lêpirsîneke destpêkî derbarê hevjîna Serokê Sûriyê Esma Esed de vebûye û dibe ku regeznameya brîtanî jê were standin.
Rojnameyê ragihand, destpêkirina lêpirsîna destpêkî ya li dijî Esma Esed piştî wê yekê tê, rêxistina Guernica 37 a parêzerên navneteweyî delîl in pêşkêş kirine, “diçespînin ku destê Xanima Yekem di desthilata Sûriyê de heye û piştevaniya aşkere li hêzên çekdar ên Sûriyê dike.”
Rojnameyê ji Berdevkê Polîsan piştrast kir ku di 31'ê Tîrmeha sala borî de daxwaznameyek wergirtine da ku dozekê derbarê aloziya Sûriyê de vekin û ew doz hîna di qonaxa lêkolînê de ye.
Rojnameyê diyar kir ku nayê pêşbînîkirin hevjîna Serokê Sûriyê ji bo darizandinê bigihîje Brîtanyayê û ne diyar e ka dê rayedarên darazê yên Brîtanyayê darizandina wê bi nebûna wê berdewam bikin an na.
Herwiha rojnameya Sunday Times pêşbînî kir, dibe ku înterpol "biryara sor" derxe û rê nede Esma Esad ji Sûriyê derkeve, bêyî ku gefa girtinê li ser hebe.