Li Herêma Kurdistanê 7 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Hejmara pêketin û mirina bi vîrûsa Koronayê careke din li Herêma Kurdistanê bilind dibe.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 392 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 7 kesan jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 392 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 202 kes li Hewlêrê, 143 kes li Silêmaniyê, 34 kes li Duhokê û 7 kes li Germiyanê ne.
Diyar kir jî, 7 kesan ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 1 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ne.
Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, di 24 demjimêrên borî de 155 pêketiyên Koronayê baş bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 112695 kes.
Mirin: 3564 kes.
Başbûn: 105451 kes.
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.