Nûnertiya Hikûmeta Herêmê li Amerîka bi boneya bîranîna karesata Helebce “eventekê” birêve dibe

Bi hevbeşiya ligel Kurdistanê24, Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê ji bo 33 saliya bîranîna kîmyabarana Helebceyê, “eventeke online" li dar dixe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi hevbeşiya ligel Kurdistanê24, Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê ji bo 33 saliya bîranîna kîmyabarana Helebceyê, “eventeke online" li dar dixe.

Event roja 16 'ê Adara 2021'an demjimêr 11:00 bi boneya 33' emîn salvegera kîmyebarana Helebce birêve diçe û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê Beyan Samî Ebdulrehman birêve dibe.

Her kes dikare bi tomarkirina navê xwe beşdarî eventê bibe.

Yek ji kesên ku li event diaxive, Şîlan Fetah e ku yek ji rizgarbûya karesata Helebceyê ye.

Herwiha hejmarek ji kesayetî û berpirsên Iraqî û rêveberiya Amerîka jî tê de beşdar dibin, ji wan:

Balyozê Iraqê li Waşingtonê Ferîd Yasîn

Senatorê Amerîkî Chris Van Hollen

Kongresmanê Amerîkî Chris Stewart

Alîkarê Wezîrê Karên Derve bi wekalet Joey Hood, di Nivîsgeha Wezîrê Karên Derve yê Ofîsa Karên Rojhilata Nêzîk di Wezareta Derve ya Amerîka de.

Profesorê Yasayî Hanîbal Travîs, Zanîngeha Navneteweyî ya Florîda.