Xelkê Şingalê: Karên PKKê ne di berjewendiya Şingaliyan de ne
Di çend rojên dawî de PKKê gelek caran êrîşî artêşa Iraqê kiriye û welatiyên sivîl jî ji bo armanên xwe şandine li hember artêşa Iraqê rawestin.
Duhok (K24) – PKK xelkê sivîl ê Şingalê ji bo armancên xwe bi kar tîne, xelkê Şingalê jî vî karê PKKê di berjewendiya Şingalê û xelkê de wê nabînin û dibêjin, di dema bê de rewş metirsîdar dibe. Rêveberê Nahiya Sinûnê jî dibêje, eger bi vî awayî berdewam bike, careke din din Şingalê dê vala bibe û jiyan lê asayî nabe.
Di van çend rojên dawî de PKKê gelek caran êrîşî artêşa Iraqê kiriye û welatiyên sivîl jî ji bo armancn xwe şandine li hember artêşa Iraqê rawestin. Vê yekê koçberên di nava kampan de dilgiran kirine û ew dibînin ku ev bûyerên dibin, ne di berjewendiya Şingaliyan de ye û li pêş vegera wan dibin astengî.
Yek ji daxwazên Şingaliyan ji hêzên nerewa yên li Şingalê ne ew e, ji navçeyên wan derkevin, da ku aramî li navçeyê peyda bibe, lê berûvajî wê, hêzên çekdar hêzên xwe li Şingalê zêde dikin.
Rêveberê Nahiya Sinûnê Nayif Sîdo, ew pirsgirêka di navbera PKK û artêşa Iraqê de li komelgeha Xanesorê derketiye, bi metirsî bi nav dike û dibêje: “Ev dîmenên ku rojane em dibînin û ev xwepêşandanên ku ji aliyê xelkê ser bi PKKê ve têne kirin, bandoreke mezin li ser xelkê di kampan de kir. Xelkê di kampan de dibêjin, heta ev pirsgirêk û xwepêşandinên li dijî artêşê û aliyên fermî hene, em venagerin.”
Ligel derbasbûna 6 salan li ser koçberbûna bi hezaran ji xelkê Şingalê, lê hîna ji sedî 75 ji wan di nava kampan de ne û ji cih û warên xwe dûr in û hebûna hêzên cuda cuda li ser jiyana wan metirsî ye.
Li Şingalê û derdora wê, nêzîkî 15 hezar çekdarên ser bi hêzên ne yasayî ve hene û dibin sedem ku xelkê Şingalê di jiyana derbideriyê de bimînin û nikaribin vegerin ser deverên xwe.