Li Herêma Kurdistanê pêketina Koronayê zêde bû

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 409 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Nexweşxaneya Covid-19 ya Hewlêrê
Nexweşxaneya Covid-19 ya Hewlêrê

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 409 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 406 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 127 kes li Hewlêrê, 112 kes li Silêmaniyê, 141 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê û 28 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê û 2 kes jî li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de  232 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 71 kes li Hewlêrê, 38 kes li Silêmaniyê, 114 kes li Duhokê û 9 kes jî li Germiyanê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 113104

Mirin: 3568

Başbûn: 105683

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.