Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 27 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 27 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 27 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 9 kes li Hesekê, 11 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 1 kes li Amûda û 4 kes li Reqayê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8855 kesan, ji wan 1259 kes baş bûne û 341 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.