Parlamentoya Kurdistanê bang li Tirkiye û PKKê dike

Lijneya Pêşmerge ya Parlamanetoya Kurdistanê ji Tirkiye û PKKê daxwaz dike ku rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê bigrin.

Parlamentoya Kurdistanê
Parlamentoya Kurdistanê

Hewlêr (K24) – Lijneya Pêşmerge ya Parlamanetoya Kurdistanê ji Tirkiye û PKKê daxwaz dike ku rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê bigrin. Serokê Lijneya Pêşmerge jî diyar dike ku danîna bombeyan bo Pêşmerge li dijî bingehên mafên mirovan e û vî karî şermezar dike û herwiha ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku ji bo dûrxistina PKKê ji sînorê Herêma Kurdistanê gotûbêj bike.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji bilî ku roj li pey roj jiyana xelkê Kurdistanê li deverên sînorî dixe metirsiyê û Tirkiyê ber bi nava xaka Herêma Kurdistanê dike û li ser rêya sereke bombeyan datîne bo hêzên Pêşmerge, di kiryara herî dawî de danîna bombeyekê bû li ser rêya sereke, ku ji ber wê bombeyê pêşmergeyek şehîd bû û pêşmergeyek jî birîndar bû.

Serokê Lijneya Pêşmerge yê li Parlamentoya Kurdistanê Rêvîng Hirorî ev kiryara PKKê şermezar kir û ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku hemû hewlên xwe bide, da ku PKKê ji sînorên Herêma Kurdistanê dûr bixe.

Berî niha Parlamentoya Kurdistanê li ser rewşa deverên sînorî hejmarek rasparde dabûn aliyên pêwendîdar, ku yek ji wan raspardeyan, dûrketina PKK û Tirkiyê bû ji sînorên Herêma Kurdistanê.

Cîgirê Serokê Lijneya Pêşmerge Usman Sêderî jî ji PKK û Tirkiyê daxwaz kir ku rêzê li statuya Herêma Kurdistanê bigrin û kêşe û aloziyan ji sînorê Herêma Kurdistanê dûr bixin.