Parlamentoya Kurdistanê: Erkê Bexdayê ye yasayekê ji bo nasandina jenosyda gelê Kurdistanê derbixe
Bi boneya 33emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê peyamek belav kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya 33emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê peyamek belav kir û tê de ragihand, “Divê Hikûmeta Federal a Iraqê kar bi biryara Dadgeha Bilind a Tawanan û madeya 132 a destûra Iraqê bike û kesûkarên şehîd û qurbaniyên Helebceyê qerebû bike. Erkê Encûmena Nûneran jî, yasayeke taybet ji bo naskirina jenosaydên li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin derbixe û tê de mafên kesûkarên şehîd û qurbaniyan biçespîne.
Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê îro bi boneya salvegera kîmyayabarana Helebceyê peyamek belav kir û tê de hat: “Îro 16.3.2021an, 33 sal di ser komyabaran û komkujiya bajarê Helebceya birîndar re derbas dibe. 16ê Adarê di bîranîn û rojejimêra gelê me de birînek e tu carî nayê dermankirin û di wîjdana her kurdekî birîneke kûr û bêdawî ye.”
Di peyamê de hatiye jî: “Kîmyabaran Helebce, Hewraman û Şarezor û gundê derdorê, rûpeleke reş di dîroka rêjîma Beis a rûxandî ye. Ev Tawana li dijî mirovahiyê, ne tenê li dijî gelê me hatiye kirin, belkû li dijî mirovahiyê ye, wek Hîroşîma, Nakazakî û holokost e. Ji ber wê, di vê bîranîna xemgîn de careke din encamderên vê Tawana mezin riswa û şermezar dikin. Hevdem daxwaz ji civaka navdewletî û rêxistinên mirovî yên cîhanê dikin, vê Tawana li dijî mirovahiyê wek jenosayd nas bike, ji bo li ti cihekî din ê cîhanê ew dubere nebe û gelê Kurdistanê jî ji her gefekê ji cureyê bê parastin.”
Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê dibêje: “Pêwîst e Hikûmeta Federal a Iraqê kar bi biryara Dadgeha Bilind a Tawanan û madeya 132 a destûra Iraqê bike û kesûkarên şehîd û qurbaniyên Helebceyê qerebû bike. Erkê Encûmena Nûneran jî, yasayeke taybet ji bo naskirina jenosaydên li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin derbixe û tê de mafên kesûkarên şehîd û qurbaniyan biçespîne.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye, “Wek Parlamentoya Kurdistanê, bi erkê xwe dizanin ku piştevaniyê li tevahiya daxwazên xelkê Helebce yê bi mîhnet û navçeyên ziyan dîtine bikin û parlamenteran bi giştî û parlamenterên sînorê Helebceyê û komîteyên taybet radispêrin ku bi berdewamî çavdêriya rewşa pêşveçûna bajêr û pirsgirêkên bikin û bi sazî û dezgehên hikûmî re daxwaza xelkê bi cih bikin.”