33 sal di ser kîmyabarana Helebceyê re derbas dibin
Hîn jî bandora wê komkujiyê li ser xelkê bajêr maye û Hikûmeta Iraqê jî ti gavên cidî ji bo qerebûkirina xelkê û jenosayodnasandina wê karesatê neavêtine.
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 33 sal di ser kîmyabarana Helebce re derbas dibin û hîna bandora wê komkujiyê li ser xelkê bajêr maye û Hikûmeta Iraqê jî ti gavên cidî ji bo qerebûkirina xelkê û jenosayodnasandina wê karesatê neavêtine. Herwiha heta niha jî beşek ji berketiyên kîmyabaranê nehatine çareserkirin.
Di rojeke wek îro di 16.3,1988an de rêjîma Beis a Iraqê bajarê Helebce kîmyabaran kir û bêhtir ji 5 hezar welatiyên wî bajarî şehîd bûn û bêhtir ji 20 hezar kes jî birîndar bûn û beşeke ji xelkê Helebceyê koçberî Îranê bûn.
Her çend e kîmyabarana Heleceyê wek wê li cîhanê kêm in jî, lê heta niha ew karesat wek jenosyd nehatiye naskirin.
Bi boneya 33emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê, îro hjmarek ji çalakiyan li wî bajarî tên lidarxistin. Hevdem jî Parlamentiya Kurdistanê jî bi amadebûna hejmarek wezîr û berpirsênHikûmeta Herêma Kurdistanê taybet ji bo guftûgokirina pirsgirêkên Helebceyê dicive.
Ji aliyekî din ve, Serokê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebceyê Luqman Ebdulqadir ji K24ê re ragihand, "Îsal ji salên berê cuda tir em ê bîranînê bikin. Ji cem peykerê Omer Xawer ve meşek ber bi gora şehîdan destpê dike, rêveberiya bajêr û xizmên qurbaniyan dê bi girtina tê rênimayên tenduristiyê beşdar bibin, em ê gulan li ser gora şehîdan deynin û hin gotar jî dê werin pêşkêşkirin."