Serok Barzanî: Hê jî eqliyeta şovenî li Iraqê destbilind e û mafên gelê Kurdistanê înkar dike

Serok Mesûd Barzanî: Cihê şermeke mezin e piştî tawana kîmyabarana Helepçeyê, hê jî deng û eqliyeta şovenî li Iraqê de destbilind e û înkariya mafên gelê Kurdistanê tê kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de bi boneya salvegera kîmyabarankirina Helepçeyê ragihand, “Cihê şermeke mezin e piştî tawana kîmyabarana Helepçeyê û ew jenosayda li dijî xelkê Kurdistanê hate encamdan, hê jî deng û eqliyeta şovenî li Iraqê de destbilind e û înkariya mafên gelê Kurdistanê tê kirin."

Di bîranîna kîmyabarana Helepçeyê de Serok Barzanî peyamek li tora civakî ya twitterê peyamek belav kir û nivîsî: "Cihê şermeke mezin e piştî tawana kîmyabarana Helepçeyê û ew jenosayda li dijî xelkê Kurdistanê hate encamdan, hê jî deng û eqliyeta şovenî li Iraqê da destbilind e û înkariya mafên gelê Kurdistanê tê kirin."