Li rojavayê Kurdistanê 5 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser 5 kesan bi vîrûsa Korona (Covid-19) canê xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser 5 kesan bi vîrûsa Korona (Covid-19) canê xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên dawiyê yên vîrûsa Koronayê belav kirin û ragihand, 45 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 5 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8900 kesan, ji wan 1259 kes baş bûne û 346 kesan jî canê xwe ji dest dane.