Îbrahîm Kalin: Komkujîya Helebceyê nayê jibîrkirin

Berpirsên hikûmeta Tirkîyê peyama Helebceyê weşandin.

Enqere (K24) – Li Tirkîyê berpirs û rayedarên hikûmeta Tirkîyê, bi boneya 33yemîn salvegera kîmyabarana Helebceyê li ser medyaya civakî Twîtterê peyam belav kirin. Berdevkê Serokkomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul, Wekîlê Serokê Giştî yê Ak Partîyê Numan Kurtulmuş û sîyasetmedarên Kurd Mehdî Eker û Cevdet Yilmaz, Jenosîda Helebceyê bibîr anîn û şermezar kirin.

Berdevkê Serokkomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin di peyama xwe ya li ser Twîtterê da got, “Komkujîya Helebceyê nayê jibîr kirin û em ê tu carî jibîr nekin. Ziman, dîn, netew çi dibe bila bibe em li gel mezlûman li hemberî zaliman in.”

Her wiha Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Abdulhamit Gul jî di peyama xwe da got, “Ez xwişk û birayên me yên ku berîya 33 salan di Komkujîya Helebceyê da jîyana xwe ji dest dane bi rehmet bibîr tînim. Ez hemû sûcên li dijî mirovahîyê û sûcdarên wê lanet dikim.”

Her wiha Wekîlê Serokê Giştî yê Ak Partîyê Numan Kurtulmuş û sîyasetmedarên Kurd yên di nav Ak Partîyê da; wezîrên berê Mehdi Eker û Cevdet Yilmaz jî bi peyamên li ser Twîtterê Jenosîda Helebceyê bibîr anîn û şermezar kirin.

Fly Erbil Advertisment