Piştî 33 salan, hê jî Iraqê welatiyên Helebceyê qerebû nekiriye

Birîndarên kîmyabaranê û malbatên şehîdên Helebceyê her dem li benda wê yekê ne ku ew êş û jana bi ser wan de hatiye , bi yasa û bi projeyên ji bo Helebceyê werin qerebûkirin.

Hewlêr (K24) – Birîndarên kîmyabaranê û malbatên şehîdên Helebceyê her dem li benda wê yekê ne ku ew êş û jana bi ser wan de hatiye , bi yasa û bi projeyên ji bo Helebceyê werin qerebûkirin û hikûmeta Iraqê alîkariya kesên zirardîtî bike, lê belê heta niha pêngaveke herî biçûk jî ji bo qerebûkirina wan nehatiye avêtin.

Ji aliyê hikûmeta Iraqê ve heta niha Helebce weke beşek ji parêzgeha Silêmaniyê ve tê dîtin. Parlamentera Iraqî Maîde Necar diyar dike: “Divê hemû aliyên siyasî yekdeng û yekhelwest bibin li hember qerebûkirina welatiyên Helebceyê.”

Parlamenter Maîde Necar bal kişande ser wê yekê ku kabîneya nehem girîngiyeke mezin ji bo avakirina parêzgeha Helebceyê daye û berdewam jî dibe.

33 sal di ser kîmyabarana Helebceyê re derbas bûn, lê heta niha ti welatiyekî wî bajarî nehatiye qerebûkirin û ti pêngav jî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ji bo qerebûkirina malbatên şehîdan nehatiye avêtin.

Hêjayî gotinê ye ku hikûmeta Iraqê her sal welatê Kuwêtê qerebû dike.