Şanda Hikûmeta Herêmê ligel Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraq dicive
Şande derbarê pişkê Herêma Kurdistanê ji projeyasaya budeceya giştî ya Iraqê bo sala 2021an de guftûgoyan dike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ji bo civîna ligel Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê gihîşt Bexdayê.
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, şeva borî Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîşt Bexdayê û îro ligel Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê dicive û derbarê pişkê Herêma Kurdistanê ji projeyasaya budeceya giştî ya Iraqê bo sala 2021an guftûgoyan dikin.
Peyamnêrê me diyar kir, Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide Komîteya Darayî razîkirin bike û li Parlamentoya Iraqê deng li ser pişkê Herêma Kurdistanê wek çawa Hikûmeta Iraqê diyar kiriye bide.