Şêwekarên kurd birîna Efrînê di tabloyan de belge dikin

Bajarê Efrînê berî 3 salan rastî êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hat û di roja 18ê Adarê de hate dagîrkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya salvegera 3emîn a dagîrkirina Efrînê, hejmarek ji şêwekarên kurd li kolaneke bajarê Qamişlo dîmenên Efrîna birîndar û êş û azarên xelkê wê di tabloyan de belge dikin.

Bajarê Efrînê berî 3 salan rastî êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hat û di roja 18ê Adarê de hate dagîrkirin.

Di encama dagîrkirina Efrînê, zêdetir ji 300 welatiyên sivîl şehîd bûn û zêdetir ji 1500 sivîl birîndar bûn û zêdetir ji 300 hezar kesî jî derbider û koçber bûn.

Dîmeneke çalakiyê
Dîmeneke çalakiyê
Dîmeneke çalakiyê
Dîmeneke çalakiyê