Li Herêma Kurdistanê 541 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 541 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan canê xwe ji dest dane.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 541 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 541 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 223 kes li Hewlêrê, 133 kes li Silêmaniyê, 169 kes li Duhokê, 9 kes li Germiyanê û 7 kes jî li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê û 1 kes jî li Germiyanê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 208 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 62 kes li Hewlêrê, 54 kes li Silêmaniyê, 80 kes li Duhokê, 11 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.
Amarên giştî:
Pêketin: 113104
Mirin: 3568
Başbûn: 105683
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.