Wezareta Tendirustiyê: Rewş metirsîdar e
Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê: Rewş xirap e û ber bi metirsiyê ve diçe.
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê derbarê zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê ragihand, rewş xirap e û ber bi metirsiyê ve diçe.
Berdevkê Wezareta Tendirustiyê Dr. Aso Hewîzî ji K24ê re ragihand, rewşa belavbûna Koronayê niha xirap e û nexweşxane careke din tijî bûne.
Diyar kir jî, sedema vê rewşê ew e, hemû cih vekirî ne û pabendbûna welatiyan bi rênimayên xweparêziyê jî kêm e.
Berdevkê Wezareta Tendirustiyê daxwaz ji welatiyan kir, pabendî rênimayên xweparêziyê bibin, maskan bi kar bînin.
Ev di demekê de ye, duhî li Herêma Kurdistanê 541 haletên pêketina bi Koronayê û canjidestdana 3 kesan hatin tomarkirin.