Li Herêma Kurdistanê 2 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên dawiyê yên Koronayê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 512 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 512 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 195 kes li Hewlêrê, 126 kes li Silêmaniyê, 178 kes li Duhokê, 1 kes li Helebce, 10 kes li Germiyanê û 2 kes jî li Raperînê ne.

Herwiha ragihand jî, di nav 24 demjimêran de 2 kesan li Hewlêrê canê xwe ji dest dane. Herwiha 208 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 114510 kes.

Mirin: 3579 kes.

Başbûn: 106323 kes.

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.