Li Efrînê rêjeya Kurdan ji sedî 97 daketiye ji sedî 35an
Piştî sê salan ji dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê hêzên Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê, niha rêjeya Kurdên li wê herêmê ji %97 daketiye %35an.
Hewlêr (K24) – Piştî sê salan ji dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê hêzên Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê, niha rêjeya Kurdên li wê herêmê ji %97 daketiye %35an.
Ji naverasta meha Çileya 2018an, Tirkiye ji erd û esman dest bi operasyona kontrolkirina bajarê Efrînê û derdora wê kir.
Piştî derbasbûna 53 rojan di ser destpêkirina topbaran û bombebaranên ji erd û esman, di roja 18ê Adara 2018an de, Efrîn ji aliyê hêzên Tirkiyê û komên ser bi wê ve hat kontrolkirin.
Di encama êrîşan de;
300 kes şehîd bûn.
1500 kes birîndar bûn.
300 hezar kes koçber bûn.
Di sala 2011an de li Efrînê %97 Kurd bûn, lê piştî sala 2018an, %35 Kurd mane.
Niha li Efrînê 460 hezar Ereb niştecî ne û 300 hezar Kurd mane.
Di nava sê salan de li Efrînê 7 hezar kes hatine revandin û çarenûsa hezar kesî jî ne diyar e û winda ne.
Li herêma Efrînê %60 – 65 xanî û mal û milkên Kurdan ji aliyê komên çekdar ve hatine dagirkirin û komên çekdar dest danîne ser wan.
45 cihên dîrokî hatine wêrankirin, 15 goristan hatine xerakirin, 350 gor hatine şikandin.
Li Efrînê bi giştî 20 milyon darên zeytûnan hebûn, 625 hezar darên zeytûnan hatine birîn û 700 hezar darên hinaran jî hatine talankirin.