Rêveberiya Xweser: Çareseriya Sûriyê derxistina hemû dagirkeran e

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ji hemû aliyên Sûriyê daxwaz kir ku hêzên xwe bikin yek ji bo derxistina temamê dagirkeran.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ji hemû aliyên Sûriyê daxwaz kir ku hêzên xwe bikin yek ji bo derxistina temamê dagirkeran.

Rêveberiya Xweser îro pêncşemê li ser malpera xwe ya Facebookê ragihand: “Em ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî daxwaz dikin ku lijneyeke navdewletî ya lêkolînê ya serbixwe pêk bîne ji bo lêkolîna wan tawanên Tirkiyê û komên kirêgirtî yên li herêma Efrînê encam dane, herwiha ji bo eşkerekirina çarenûsa zêdetirî 7 hezar sivîlên ku bi darê zorê hatine bêserûşûnkirin û ji bo veherandina xelkê resen ê wê herêmê xebat were kirin û werin qerebûkirin û hemû hawirdekirî werin derxistin û diyardeyên dagirkeriyê werin jiholêrakirin.”

Herwih di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Em ji hemû aliyên Sûriyê daxwaz dikin ku hêzên xwe bikin yek, ji bo derxistina hemû dagirkeran û berî hemûyan jî Tirkiye, ku hewlên çareserkirina krîza Sûriyê têk bir û êşa xelkê Sûriyê ji bo wan bike kirêgirtî û serbazê ber dest, weke derfet bi kar anî, ji bo berjewendiyên berfirehxwaziya li herêmê.”