Li Rojavayê Kurdistanê 4 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 77 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Nexweşxaneya Covid-19 ya Hesekê
Nexweşxaneya Covid-19 ya Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 77 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 77 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 16 kes li Hesekê, 36 kes li Qamişlo, 5 kes li Dêrikê, 2 kes li Girkê Legê, 2 kes li Tebqayê, 8 kes li Reqayê, 4 kes li Dêrezorê û 1 kes jî li Minbicê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8977 kesan, ji wan 1265 kes baş bûne û 350 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.