Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara pêketiyên Covid-19ê zêde dibe
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 81 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 29 hezar û 777 kesan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 81 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 29 hezar û 777 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 18ê Adarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 20 hezar û 49 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 902 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 2 milyon û 950 hezar û 603 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 18 hezar û 615 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 2 milyon û 770 hezar û 638 kesan.