Li Kerkûkê di êrîşeke DAIŞê de endamekî Heşda Şeibî hat kuştin

Li parêzgeha Kerkûkê di êrîşeke DAIŞê de endamekî Heşda Şeibî hat kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Kerkûkê di êrîşeke DAIŞê de endamekî Heşda Şeibî hat kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn.

Desteya Heşda Şeibî ragihand; duh pêncşemê çekdarên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê êrîş kirin ser Heşda Şeibî û di encamê de endamekî Heşda Şeibî hat kuştin û 2 polîsên federalî jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de Desteya Heşda Şeibî diyar kiriye ku çekdarekî wan ê ji Lîwaya 56 hatiye kuştin û du polîsên federalî jî li navçeya Hewîce ya ser bi parêzgeha Kerkûkê, birîndar bûne.