Fermandariya Iraqê ji PKKê daxwaz dike ji Şingalê derkevin

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê tekez dike ku divê hemû milîs ji Şingalê derkevin.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Xefacî
Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Xefacî

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê tekez dike ku divê hemû milîs ji Şingalê derkevin.

Tehsîn Xefacî, Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê tekezî li derketina hemû milîsên li Şingalê dike û dibêje: “Ji bilî hêzên ewlehiyê yên fermî, bi ti awayî rê nayê dayîn ku komên çekdar li nav Şingalê bimînin.”

Xefacî destnîşan kir: “Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî Mistefa Kazimî rijd e li ser cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê, ku di 9ê Cotmeha borî de di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin.