Li Diyarbekirê desteserkirina mafparêzan hat şermezarkirin

Îro berdestê sibê, bi operasyoneke hevdem, Hevserokê Gişi yê Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê û nêzîkî 60 kes hatibûn destserkirin.

Komeleya ÎHDê ya Şaxa Diyarbekirê
Komeleya ÎHDê ya Şaxa Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) - Îro berdestê sibê, bi operasyoneke hevdem, Hevserokê Gişi yê Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê û nêzîkî 60 kes hatibûn destserkirin.

Li Komeleya ÎHDê ya Diyarbekirê jî, ÎHDa Diyarbekirê û saziyên mafparêz bi daxuyaniyekê, destserkirin û girtina Parêzer û Mafparêz Ozturk Turkdogan û pêkutiyên li ser saziyên sivîl û  kesên muxalîf şermezar kirin.

Serokê ÎHD yê şaxa Diyarbekirê Abdullah Zeytûn di daxuyaniyê de bal kişand ku tu pîvaneke hiqûqî û mafan li Tirkiyeyê nikare xwe ji êrişên desthilatê biparêze û bi binpêkirina zagon û hiqûqê her titş tê kirin.

Zeytûn desteserkirina Ozturk Turkdogan  û kesên ku hatine desteserkirin jî, hewla şikandina têkoşîna maf û azadiyan nirxand û bang û daxwaz kir ku hiqûqa heyî bê bicîhkirin û dest ji kirinên der hiqûqî û mafên mirovî bên berdan.