Firokeyên Tirkiyê devera Sîdekan bombebaran kir

Firokeyên şer ên Tirkiyê li devera Sîdekan çend pêgehên PKKê bombebaran kir û ji ber bombebaranê wesayîteke welatiyan ku 4 kes tê de bûn, zirar dît û 2 kesên di wesayîtê de jî birîndar bûn.

Soran (K24) – Firokeyên şer ên Tirkiyê li devera Sîdekan çend pêgehên PKKê bombebaran kir û ji ber bombebaranê wesayîteke welatiyan ku 4 kes tê de bûn, zirar dît û 2 kesên di wesayîtê de jî birîndar bûn.

Rêveberê Bajarokê Sîdekan Îhsan Çelebî ji Kurdistan24ê re ragihand; di demjimêr 21:40ê şeva 19ê Adara 2021ê, firokeyên şer ên Tirkiyê, çend pêgehên PKKê li sînorê devera Sîdekan bombebaran kir.

Îhsan Çelebî ragihand ku ji ber bombebaranê otomobîleke welatiyan ku tê de 4 kes hebûn, zirar dîtiye û 2 kesên bi navên Zikr, Hacî Mecîd û Luqman Çeto birîndar bûne.

Ji ber hebûna çekdarên PKKê, nişteciyên deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê gelek zirar dîtine û heta niha jî ji ber PKKê zêdeturî 500 gundên Herêma Kurdistanê hatine valakirin û welatiyên li deverê ji bo serdanê jî nikarin biçin gundên xwe.

null
null
null