Li Rojavayê Kurdistanê 41 kesên din jî bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 41 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 41 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 41 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 9 kes li Hesekê, 16 kes li Qamişlo, 7 kes li Dêrikê, 1 kes li Til Temirê, 2 kes li Tebqayê, 6 kes li Reqayê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 9018 kesan, ji wan 1266 kes baş bûne û 353 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.