Erdogan Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê ji kar dûr xist
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê Naci Agbal ji kar dûr xist, tevî ku tenê pênc meh bû ku Naci Agbal weke Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê hatibû diyarkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê Naci Agbal ji kar dûr xist, tevî ku tenê pênc meh bû ku Naci Agbal weke Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê hatibû diyarkirin.
Li şûna Naci Agbal, Şahap Kavcioglu bo postê Serokê Banka Navendî hat diyarkirin, ku li ser lîsteya AK Partiyê, endamê berê yê Parlamentoya Tirkiyê bû.
Naci Agbal li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand: “Ji ber hemû peywirên ku heta niha dane min, Serokatiya Banka Navendî jî tê de, ez spasiya Serokomarê me dikim. Îro jî ji ber dûrxistina ji karê xwe, ez spasiya xwe pêşkêş dikim. Xwedayê me derheqê me hemûyan de, ya bi xêr nesîb bike.”