Li Herêma Kurdistanê 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 195 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 195 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 46 kes li Hewlêrê, 9 kes li Silêmaniyê, 137 kes li Duhokê û 3  kes li Germiyanê ne.

Diyar kir jî, di 24 demjimêrên borî de 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan, ji wan 3 kesan li Hewlêrê, kesek li Silêmaniyê, kesek li Raperîn û kesek li Germiyanê ne.

Wezareta Tendirustiyê ragihand jî, 162 pêketiyên Koronayê baş bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 115210 kes.

Mirin: 3591 kes.

Başbûn: 106677 kes.

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.