Li Herêma Kurdistanê 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 195 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 195 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 46 kes li Hewlêrê, 9 kes li Silêmaniyê, 137 kes li Duhokê û 3 kes li Germiyanê ne.
Diyar kir jî, di 24 demjimêrên borî de 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan, ji wan 3 kesan li Hewlêrê, kesek li Silêmaniyê, kesek li Raperîn û kesek li Germiyanê ne.
Wezareta Tendirustiyê ragihand jî, 162 pêketiyên Koronayê baş bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 115210 kes.
Mirin: 3591 kes.
Başbûn: 106677 kes.
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.