Helbûsî Newrozê li gelê Kurdistanê pîroz dike

Helbûsî hêvî dike, ev bone bibe sedema bidestanîna aramcan û rûbirûbûna rikberiyan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî îro bi peyamekê cejna Newrozê li gelê Kurdistanê pîroz kir û hêvî kir, ev bone bibe sedema bidestanîna aramcan û rûbirûbûna rikberiyan.

Helbûsî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” peyamek bi zimanê kurdî nivîsî: “Em cejna Newrozê li gelê Iraqê li Kurdistanê û hemû kesên ahenga Newrozê digerînin dikin.”

Herwiha got jî: “Xwazyar in ev bone bibe sedema bidestanîna daxwazên niştimanî ji yekîtiya helwestê armancan û rûbirûbûna rikberiyan.”