Li Diyarbekirê 21 kes ji ber ahenga Newrozê hatin binçavkirin

Li Diyarbekir 21 kes ji ber ku beşdarî ahenga Newrozê bûne, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin binçavkirin.

Dîmenek ji Newroza Diyarbekirê
Dîmenek ji Newroza Diyarbekirê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekir 21 kes ji ber ku beşdarî ahenga Newrozê bûne, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin binçavkirin.

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê diyar kir, îro li hêzên ewlekariyê avêtin ser 32 malên Diyarbekirê û 21 kes binçav kirin û ji bo gerînendeya ewlekariya hatine veguhastin. Herwiha lêgerîna li 11 kesên din jî berdewam e.

Peyamnêrê me diyar kir, ev kes bi bihaneya ku al û sembolên rêxistinên ne yasayî di ahenga Newrozê de bilind kirine, hetine binçavkirin.

Amaje bi wê jî da, hêzên ewlekariyê bi awayekî berfireh li dîmenên Newrozê temaşe kirine û ji wan dîmenan, biyaran binçevkirina 32 kesan hatiye dayîn.

Peyamnêrê me herwiha da zanîn, li navçeya Bisimlê jî kesekî din hatiye binçavkirin.

Herwiha diyar kir, di roja Newrozê de jî li Diyarbekirê 81 kes hatibûn binçavkirin, ji wan 68 kes serbest hatibûn berdan, lê 13 kes jî di binçavkirî ne.

Bi vê yekê, hejmara kesên ku li Diyarbekirê bi sedema pîrozkirina Newrozê hatine binçavkirin, gihîştiye 34 kesan.

Peyamnêrê me got jî, Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê ji bo Hevserokê HDPê Mîdhet Sancar jî lêpirsîn hatiye vekirin, bi tometa ku di gotara xwe ya di Newrozê de bangeşiya rêxistina terorê kiriye.