Hulya Alokmen û Zeyad Ceylan serbest hatin berdan
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Diyarbekir ên berê Zeyad Ceylan û Hulya Alokmen ku bi awayekî girtî dihatin darizandin piştî dadgehkirina îro serbest hatin berdan.
Diyarbekir (K24) - Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Diyarbekir ên berê Zeyad Ceylan û Hulya Alokmen ku bi awayekî girtî dihatin darizandin piştî dadgehkirina îro serbest hatin berdan. Zeyad Ceylan û Hulya Alokmen bi îddaya endamtiya rêxistina neyasayî dihatin darizandin.
Hat ragihandin ku Hevserokên Berê yên HDPê yên Şaxa Diyarbekirê Zeyad Ceylan û Hulya Alokmen ku demek bû girtî bûn piştî dadgehîkirina îro ji aliyê Dadgeha Sizayên Giran a 5. a Diyarbekir ve serbest hatin berdan.
Zeyad Ceylan û Hulya Alokmen bi îddaya endamtiya rêxistina neyasayî dihatin darizandin. Hevserokên berê yên şaxa Diyarbekir di 22ê Cotmeha sala 2020an de hatibûn binçavkirin û di 30ê Cotmeha sala 2020an de jî hatibûn girtin.
Dadgehê biryar da ku bi awayeke serbest werin darizandin û pêvajoya darazê bo Zeyad Ceylan û Hulya Alokmen dê bidome.