Li Rojavayê Kurdistanê 103 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 103 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 103 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 103 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 21 kes li Hesekê, 48 kes li Qamişlo, 5 kes li Dêrikê, 6 kes li Girkê Legê, 1 kes li Rimêlan, 2 kes li Dirbêsiyê, 5 kes li Tebqayê, 9 kes li Reqayê, 4 kes li Dêrezorê, 1 kes li Kobanî û 1 kes jî li Kampa Holê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 9221 kesan, ji wan 1274 kes baş bûne û 358 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.