Blinken: Şerê me yê li dijî DAIŞê bi dawî nebûye
Wezîrê Derve yê Amerîka pesnê mêrxasî û fedekariya hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk dide.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîka di salvegera duyem a azadkirina tevahiya navçeyên bin destê DAIŞê li Iraq û Sûriyê de pesnê mêrxasî û fedekariya hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk da û got ku erkê wan ê jinavbirina DAIŞê bi dawî nebûye.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken got: "Berî du salan Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê li gel hevpeymanên xwe yên herêmî karîn hemû xaka ku di bin kontrola DAIŞ'ê de li Iraq û Sûriyê rizgar bikin ku ev yek jî xaleke girîng bû di hewldanên misogerkirina têkçûna mayînde ya grûpên terorîst de."
Herwiha got: "Ew ê hevkariya xwe berdewam bikin da ku zextên xwe yên li ser bermayên DAIŞ'ê berdewam bikin û ji bo ku DAIŞ bi yekcarî li Iraq û Sûriyê nemîne."
Blinken destnîşan kir, bi sedema Hevpeymana Navdewletî ya ji 83 endaman pêk tê, karîne piraniya serkirdeyên DAIŞê bikujin û zêdetir ji 8 milyon kesên di bin destê DAIŞê de bûn azad bikin û ew vegerin malên xwe.
Di dawiyê de Wezîrê Derve yê Amerîka behsa wê yekê kir ku rûbirûbûna DAIŞê bi dawî nehatiye Amerîka jî pabend e ku hevkariyê bi hevpeymanêm xwe yên li Îraq û Sûriyeyê rê bike, ji bo nehîştina yekcarî ya DAIŞê li wan navçeyan.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) roja 23ê Adara 2019an, kontrolkirina Baxozê, dawî bajarokê di destê DAIŞê de li Sûriyê bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî ragihandibû.