Holanda: Piştî êrîşa Hewlêrê em ê bi hûrî çavdêriya herêmê bikin
Serokwezîrê Holendayê ligel fermandarên leşkerî yên Holendayê li Hewlêrê konferanseke vîdeoyî lidar xist.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Holendayê Mark Rutte ligel fermandarên leşkerî yên Holendayê li Hewlêrê konferanseke vîdeoyî lidar xist û tê de behsa rewşa şerê li dijî DAIŞê û nexweşiya Koronayê kir.
Her di wê konferansê de, Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê Ank Bijleveld ji fermandarên leşkerî yên li Hewlêrê re got, "Bi rûbirûbûna DAIŞ'ê, hûn ji bo parastina Hollanda û Ewropayê karekî mezin dikin."
Ragihand jî: "Hollanda piştî êrîşa li ser Hewlêrê rewşa ewlehiya Iraqê ji nêz ve dişopîne."
Serokêwezîrê Hollandayê jî piştevaniya xwe ji bo mana şêwirmendên wan ên li Iraqê û Afganistanê tekez kir.
Nêzîkî 150 leşkerên Hollendî li Firokexana Hewlêrê ya Navdewletî ne û ligel hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê û Amerîka, baregeha leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞî diparêzin.
Êrîşa roja 15ê Sibatê ya li ser Hewlêrê karvedaneke mezin a welatên cîhanê li dû xwe anî û welatên Ewropa, Amerîka û welatên ereb nerazîbûn nîşan dan.