Holanda: Piştî êrîşa Hewlêrê em ê bi hûrî çavdêriya herêmê bikin

Serokwezîrê Holendayê ligel fermandarên leşkerî yên Holendayê li Hewlêrê konferanseke vîdeoyî lidar xist.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Holendayê Mark Rutte ligel fermandarên leşkerî yên Holendayê li Hewlêrê konferanseke vîdeoyî lidar xist û tê de behsa rewşa şerê li dijî DAIŞê û nexweşiya Koronayê kir.

Her di wê konferansê de, Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê Ank Bijleveld ji fermandarên leşkerî yên li Hewlêrê re got, "Bi rûbirûbûna DAIŞ'ê, hûn ji bo parastina Hollanda û Ewropayê karekî mezin dikin."

Ragihand jî: "Hollanda piştî êrîşa li ser Hewlêrê rewşa ewlehiya Iraqê ji nêz ve dişopîne."

Serokêwezîrê Hollandayê jî piştevaniya xwe ji bo mana şêwirmendên wan ên li Iraqê û Afganistanê tekez kir.

Nêzîkî 150 leşkerên Hollendî li Firokexana Hewlêrê ya Navdewletî  ne û ligel hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê û Amerîka, baregeha leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞî diparêzin.

Êrîşa roja 15ê Sibatê ya li ser Hewlêrê karvedaneke mezin a welatên cîhanê li dû xwe anî û welatên Ewropa, Amerîka û welatên ereb nerazîbûn nîşan dan.