Wezîrê Derve yê Qeterê serdana Herêma Kurdistanê dike
Wezîrê Derve yê Qeterê dê ligel serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê bicive.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî îro gihîşt Bexdayê û ji aliyê Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ve hate pêşwazîkirin.
Biryar e, Wezîrê Derve yê Qeterê piştî Bexdayê serdana Hewlêrê bike û ligel serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê bicive.
Cîgirê Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî di meha Çileya sala borî de jî serdana Hewlêrê kiribû.