Nêçîrvan Barzanî rewşa ewlehiyê ligel Wezîrê Navxwe ya Iraqê gotûbêj dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya Wezîrê Navxweya Iraqê Osman El Xanimî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya Wezîrê Navxweya Iraqê Osman El Xanimî kir.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên emnî yên Iraqê, kar û erkê hêz û dezgehên emnî yên ji bo parastina aramî û asayîşa bajaran, xwepêşandanên vê dawiyê ya li çend parêzgeheke Iraqê, metirsiya serhildana terorê, hengavên bi cîhkirina rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya ji bo asayîkirina rewşa Şengalê û çend pirseke dinê girîng û hevbeşbûn hatin guftûgokirin.

Her du alî tekez li ser pêwîstiya pêgiriya bi cîhkirina rêkeftina Şingalê li gel bi lezkirina hengavan bi alîkarî û hemahengiya aliyên peywendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê kir û alîkariya hevbeş û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê bi girîng û pêwîst zanîn.