Mesrûr Barzanî sersaxiyê li Hakimê Dubey dike

Wezîrê Darayî yê Îmaratê û birayê Hakimê Dubey Şêx hemdan Bin Raşid koça dawiyê kiribû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ji bo koça dawiyê ya Wezîrê Darayî yê Îmarata Erebî, digihîne mala şahane ya wî welatî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe tora civakî “Twitter” nivîsî: “Ez bi nûçeya koça dawiyê ya Şêx Hemdan gelek xemgîn im.”

Serokwîrê Herêma Kurdistanê hevxemiya derbirî û ragihand, “Hevxemiya xwe ya kûr digihînim malbata şahane, hikûmet û xelkê Îmaratê. Roleke koçkirî ya mezin di xizmeta welatê xwe û berjewendiyên wî yên bilind de hebû.”

Wezîrê Darayî yê Îmaratê û bira û Cîgirê Hakimê Dubey Şêx hemdan Bin Raşid, di temenê 75 saliyê de koça dawiyê kiribû.